Li Îranê ji bo "provokatoran" hişyariya darizîna bilez
Istanbul
Xulamhuseyîn Muhsîn Ejeiyê Serokê Rayeya Daraza Îranê diyar kir ku bilez darizandina "provokatorên" tevlî bûyeran dibin, di rojevê da ye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan Mîzanê ya Rayeya Daraza Îranê, Ejeî di civîna digel rayedarên teşkîlata ewlehiyê da axivî.
Ejeî xwest ku hêzên ewlekariyê di mijara wan dosyeyan da yên ku dê têkildarî "provokatorên" beşdarî protestoyan dibin amade bikin, baldar bin û wiha got, "Bi vî awayî di pêvajoya darizînê da miemele dibe ku bileztir bên kirin. Bilez darizandina provokatorên tevlî bûyeran dibin, di rojevê da ye."
Ejeî diyar kir, ji bo ku li dijî kesên di protestoyan da bûyeran derdixin bi awayekî bi bandortir têkoşîn bê dayîn, divê di pêvajoyên lêkolîn û darizînê da derengmayîn çênebe û wiha got, "Dadger û dozger hatin peywirdarkirin ku pabendî qanûnan bin û bala xwe bidin cezayên tirsandinê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
