Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 203 kes mirin
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 203 kes mirin û jimara miriyan derket 13 hezar û 32yan.
Tahran
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 203 kes mirin û jimara miriyan derket 13 hezar û 32yan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 203 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 349 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 13 hezar û 32yan jimara pêketiyan derket 259 hezar û 652yan.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 375an giran e û heta niha 222 hezar û 539 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha milyonek û 997 hezar û 967 test hatine kirin.
Li gor Berdevka Wezareta Tenduristiyê, eyaletên Xûzistan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojava û Mazenderan weke "herêmên sor" hatin kifşkirin; eyaletên Tehran, Fars, Gulistan, Elburz, Kohgiluye-Bûyer Ehmed, Bûşehr, Hurmuzgan, Azerbeycana Rojhilatê û Kîrmanê jî herêmên birîsk in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.