Türkan Tosun
14 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 179 kes mirin û jimara miriyan derket 13 hezar û 211an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 179 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 521 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 13 hezar û 211an, hejmara pêketiyan jî bû 162 hezar û 173yan.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 389an giran e û heta niha 225 hezar û 270 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 2 milyon û 23 hezar û 79 test hatine kirin.
- Hejmara herêmên "sor" û "birîsk" derkete 25an
Li gor Berdevka Wezareta Tenduristiyê eyaletên Îlam, Buşehr, Xûzistan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojava û Azerbaycana Rojhilat, Mazenderan, Gulistan û Hurmuzgan weke "herêmên sor" hatin kifşkirin. Eyaletên Tehran, Fars, Erdebîl, Îsfehan, Elburz, Xorasana Başûr, Sîstan, Belucistan, Kîrman, Kohgiluye-Bûyer Ehmed, Loristan, Hemedan, Yezd û Xorasana Bakur jî herêmên birîsk in.