Li Îranê ji ber bahoza xîzê li hin eyaletan dibistan hatin tetîlkirin

Istanbul
Li Îranê ji ber bahoza xîzê li eyaletên Zencan, Loristan û Kurdistanê dibistan, li Kirmanşahê jî daîreyên fermî hatin tetîlkirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), li rojhilatê welêt li hin eyaletan ji ber bahoza xîzê, saziyên têkildar daxuyaniya nivîskî dan.
Li eyaletên Zencan, Loristan û Kurdistanê dibistan hatin tetîlkirin. Her wiha li eyaleta Kirmanşahê jî ji xeynî dibistanan, daîreyên fermî jî ji bo rojekê hatin tetîlkirin.