Haydar Şahin
26 Adar 2020•Rojanekirin: 26 Adar 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) 157 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derkete 2 hezar û 234 kesan.
Li gor xebera televizyona dewletê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel a Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 157 kes mirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara tevahiya miriyan derkete 2 hezar û 234 kesan, hejmara nexweşan 2 hezar û 389 zêde bû derkete 29 hezar û 406 kesan.
Cîhanpur diyar kir ku 10 hezar û 457 kes jî piştî dermankirinê rind bûn û çûn malên xwe.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da waqeya ewil a Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin û paşê li welêt belav bibû.