Nihat Kavşut
18 Îlon 2020•Rojanekirin: 19 Îlon 2020
Li Îranê di rojekê da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 144 kes mirin û 3 hezar û 49 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir li Îranê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 144 kes mirin û 3 hezar û 49 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Lariyê diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusê mirine derketiye 23 hezar û 952yan û hejmara kesên nexweş ketine jî derketiye 416 hezar û 198an.
Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir ji nexweşan rewşa 3 hezar û 869 kesan giran e û hejmara kesên heta niha baş bûne jî derketiye 355 hezar û 505an.
Lariyê diyar li Îranê hejmara testên hatine kirin derketiye 3 milyon û 691 hezar û 399an.
Sîma Sadat Lariyê got ke eyaletên Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qûm, Îsfexan, Xoresana Rezewî, Azerbaycana Rojhilat, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zencan û Qazwîn di nav "herêmên sor" û Azerbaycana Rojava, Elburz, Fars, Loristan, Hurmuzgan, Erdebil, Buşehr, Kirmanşah, Kohgîluye-Buyer Ehmed, Xoresana Başûr, Merkezî, Îlam, Çaharmahal-Bextiyarî, Gulistan û Xuzistan di nav "herêmên xetere" da ne.