Haydar Şahin
10 Nîsan 2020•Rojanekirin: 11 Nîsan 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 122 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 4 hezar û 232yan.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê di weşana zindî ya televizyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 122 kesên din jî mirin, 1972 waqieyên teze hatin tesbîtkirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku bi vî awayî hemara miriyan derket 4 hezar û 232an, hejmara waqieyan jî derkete 68 hezar û 192yan.
Cîhanpur got ku rewşa 3 hezar û 969 kesên li nexweşxaneyan tên dermankirin jî xeternak e.
Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tanduristiyê diyar kir ku ji duh vir da 3 hezar û 156 kes rind bûn û ji nexweşxaneyan çûn malên xwe, hetanî nika 35 hezar û 465 kes rind bûn.
Berdevk destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 242 hezar û 568 testên Kovîd-19ê hatin kirin.