Nihat Kavşut
12 Hezîran 2020•Rojanekirin: 13 Hezîran 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 75 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 659an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir ku li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû 75 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 659an.
Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir ku 2 hezar û 369 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 182 hezar û 545an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir rewşa 2 hezar û 739 kesan giran e û got ku heta niha 144 hezar û 646 kesên baş bûne çûne malên xwe.