Mustafa Melih Ahıshalı
24 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2023
ÎSTANBUL (AA) - Li eyaleta Sîstan-Belucistanê ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê, di êrîşa çekdar da 2 esker hatin kuştin, eskerek birîndar bû.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Midûrê Ewlehiya Sîstan-Belûcistanê Mihemed Kanberî der barê bûyera ku bi şev qewimî da agahî da.
Kanberî wiha got, "Li navçeya Bempurê ya li ser eyaleta Sîstan-Belûcistanê dijî eskerên ku wek dewriye digeriyan bi çekan êrîş hat kirin. Di êrîşê da Serdar Mixtar Mumînî û Texmen Ebûzer Umîdwar hatin kuştin, Astsubay Mîlad Ebdullahî jî birîndar bû."
Rayedarê Îranî diyar kir, ji bo girtina êrîşkarên ku nasnameya wan hê ne diyar e, xebat dewam dikin.