Li Îranê di şewba Kovîd-19ê da hejmara mirî û pêketiyan a herî zêde îro hat tespîtkirin
Li welêt di 24 saetên dawîn da 346 kes mirin û 6 hezar û 968 kes jî bi vîrusê ketin
Tahran
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin û vîrusê dikevin zêde dibe.
Sîma Sadat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 346 kes mirin û 6 hezar û 968 kes jî bi vîrusê ketin.
Ji destpêka şewbê vir va cara ewil e evqas kes mirin û bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 33 hezar û 299an, ya pêketiyan jî derket 581 hezar û 824an.
Berdevk Lariyê diyar kir ku rewşa 4 hezar û 995 pêketiyan giran e, hetanî niha 463 hezar û 611 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn.
Lariyê destnîşan kir ku li welêt hetanî niha 4 milyon û 786 hezar û 769 test hatine kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan li Tehrana paytext û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê dîsa dest bi sînordarkirinan kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.