Türkan Tosun
09 Tebax 2020•Rojanekirin: 10 Tebax 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) 163 kesên din jî mirin û hejmara miriyan gihîşt 18 hezar û 427an.
Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 163 kesên din jî mirin û 2 hezar û 20 kesên din bi vîrusê ketin.
Lariyê destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derkete 18 hezar û 427an, hejmara pêketiyan jî derket 326 hezar û 712 kesan.
Lariyê destnîşan kir ku rewşa 4 hezar û 22 kesên bi vîrusê ketine giran e, 284 hezar û 371 kesên baş bûn jî çûne malên xwe.
Lariya Berdevk destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 686 hezar û 498 test hatin kirin.
Li Îranê cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qûmê Kovîd-19 derketibû holê.