Dinya

Li Îranê di meşa Roja Qudsê ya Dinyayêya da dirûşmeyên dijberê Amerîka-Îsraîlê hatin berzkirin

- Îsraîlê ji bo yek ji cihên ku dê li Tehranê meş lê bihata kirin pêşî tehdîd weşand, paşê êrîş kir

Tolga Akbaba  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
Li Îranê di meşa Roja Qudsê ya Dinyayêya da dirûşmeyên dijberê Amerîka-Îsraîlê hatin berzkirin Fatemeh Bahrami

Quds

Li gelek bajarên Îrana ku lê êrîşên hevpar ên Amerîka-Îsraîlê dewam dikin ji ber "Roja Qudsê ya Dinyayê" meş hatin lidarxistin ê gel piştgirî da Filistînî û bertek nîşanî Amerîka-Îsraîlê da.

Digel gelê Tehranê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Serokê Erka Darazê Xulam Huseyin Muhsîn Ejeî, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Ehmed Riza Radam, Serokê Saziya Vejena Atomê yê Îranê Mihemed Îslamî, wezîr, rayedarên eskerî û siyasî yên payebilind beşdarî merasima li paytext bûn.

Di meşê da di destê xwepêşandêran da pankartên li serê piştgiriya bi Mescîdê Eqsa û Filistînê hatine nivîsandin û alayên Filistînê hebûn û xwepêşandêran dirûşmeyên dijî Îsraîl, Amerîka û Îngiltereyê berz kirin.

Kesên ku ji gelek cihên Tehranê beşdarî meşê bûn li ber derê Zanîngeha Tehranê civiyan û ji wir derbasî qada nimêja înê bûn.

Li qada ku nimêja înê hat kirin ji bo ku Filistîn bigihêje azadiya xwe dia hatin kirin.

Îsraîlê ji bo valakirina 3 cihên li Tehrana paytextê Îranê ya ku cihê destpêka xwepêşandana girseyî jî hildide nav xwe tehdîd kir û ragihand ku dê rêîşan bibe ser van deran.

Demek kurt piştî peyama tehddî nêzî Çaharrah-i Welîesr ya ku gel lê civiyabê teqîn çêbûn.

Dema teqîn çêbûn Îraniyan tekbîr anîn û dîmenên van kêliyan li ser çapemeniya civakî hatin belavkirin.

Dema xwepêşandanê da d teqînên ku ji ber êrîşa Îsraîlê çêbûn da kesekî jiyana xwe ji dest da.

Roja Qudsê ya Dinyayê her sal îna dawîn a meha remezanê di serî da Îran li hin welatan tê pîrozkirin, di vê çarçoveyê da meş û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.