Önder Beyter
24 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Li eyaleta Semnan a eyaleta Îranê li nexweşxaneyekê gava nexweşek emeliyet dibû, tûpê oksîjenê teqiya û di encamê da kesek mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî ÎSNAyê, ji rayedarên nexweşxaneyê Dr. Nevîd Danayî diyar kir, nexweşê 50 salî ku ji ber nexweşiya dil û diyabetê serî li nexweşxaneyê da, hildan emeliyetê. Danayî destnîşan kir ku di emeliyetê da tûpê oksîjenê teqiya û di encamê da nexweş mir.
Danayî wiha axivî, "Nexweşê me piştî ku agir bi tûpê oksîjenê ket û paşê teqiya, bi awayekî nexweş jiyana xwe ji dest da. Lêkolînên me yên li ser mijarê berdewam in."