Muhammet Kurşun
26 Nîsan 2021•Rojanekirin: 26 Nîsan 2021
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 496 zêde bû û derket 70 hezar û 70yî.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel jimareya pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 21 hezar û 26 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 3 hezar û 734 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 496 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 70 hezar û 70yî, jimara pêketiyan jî derket 2 milyon û 417 hezar û 230î.
Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 244an giran e û heta niha milyonek û 892 hezar û 229 kes jî qenc bûne.
Li Îranê heta niha 15 milyon û 313 hezar û 687 test hatine kirin.
Wezaretê diyar kir, heta niha 652 hezar û 903 kes doza ewil a aşiyê bûye, 171 hezar û 210 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 824 hezar û 113 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.