Li Îranê di 24 saetên dawîn da 391 kes ji ber Kovîd-19ê mirin
Tahran
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 391 zêde bû û derkete 47 hezar û 486an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 391 kes mirin û 13 hezar û 402 pêketiyên teze hatin tesbîtkirin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 47 hezar û 486 kesî, ya pêketiyan jî derket 935 hezar û 799an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 865 pêketiyan giran e, heta niha 648 hezar û 831 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 6 milyon û 38 hezar û 556 test hatin kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.