Li Îranê di 24 saetên dawîn da 389 kes ji ber Kovîd-19ê mirin
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 389 zêde bû û derkete 47 hezar û 875an.
Tahran
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 389 zêde bû û derkete 47 hezar û 875an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 389 kes mirin û 12 hezar û 950 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 47 hezar û 875 kesî, ya pêketiyan jî derket 948 hezar û 749an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 859 pêketiyan giran e, heta niha 658 hezar û 292 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 6 milyon û 81 hezar û 952 test hatin kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Hatibû daxuyandin li welêt ji 150yî zêdetir bajar û navçeyên ku Tehrana paytext jî di nav da ye, ji 21ê mijdarê pê va ji bilî dezgehên mecbûrî hemû kargeh wê qasî 15 rojan bên girtin.
Wekî mayîn 15 rojan saet ji 21.00î heta 04.00an li çar aliyê Îranê çûyîn û hatina wesayîtan jî hatibû qedexekirin.
Hatibû daxuyandin li herêmên sor kesên qedexeyê binpê bikin wê bi milyonek tumenî (300 TL), yên li herêma tûtik jî bi 500 hezar tumenî (150 TL) va wê bên cezakirin.