Li Îranê di 24 saetên dawîn da 364 kes ji ber Kovîd-19ê mirin
Ankara
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 364 zêde bû û derket 116 hezar û 436an.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 17 hezar û 605 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 2 hezar û 537 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 364 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 116 hezar û 436an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 396 hezar û 13an.
Ji nexweşên Kovîd-19ê 6 hezar û 902 kes di beşa nexweşên giran da tedawî dibin.
Wezaretê diyar kir, heta niha 27 milyon û 790 hezar û 835 kes doza ewil a aşiyê bûye, 13 milyon û 459 hezar û 625 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 41 milyon û 250 hezar û 460 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.
Ji hêla din 168 bajar di kategoriya "sor", 209 bajar di kategoriya "tûtik" û 71 bajar jî di kategoriya "zer" da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.