Muhammet Kurşun
17 Nîsan 2021•Rojanekirin: 18 Nîsan 2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 319 kesên din jî mirin û jimara miriyan derket 66 hezar û 327an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da agahiyên li ser vîrusê parve kir.
Lariyê got ku di 24 saetên dawîn da 21 hezar û 312 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 2 hezar û 176 kes razandin nexweşxaneyan.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 66 hezar û 327an, hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 215 hezar û 445 kesan.
Lariya berdevk got ku rewşa 4 hezar û 694 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 772 hezar û 688 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 83 milyon e hetanî niha 14 milyon û 277 hezar û 782 test hatin kirin.
- Li Îranê bi tevahî 498 hezar û 487 doz aşî hat kirin
Lariya berdevk got hetanî niha doza ewil a aşiyê li 376 hezar û 684 kesî xistin, doza duduyan jî li 121 hezar û 803 kesan xistin.
Lariyê destnîşan kir ku li welêt 257 bajar di kategoriya "sor", 129 bajar di kategoriya "tûtik", 51 bajar di kategoriya "zer" û 11 bajar jî di kategoriya "hêşîn" da ne û her wiha çûyîn û hatina ji bo bajarên di kategoriya sor û tûtik da qedexe ye.