İbrahim Atmaca
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Parlamenterê Tebrîzê yê Meclisa Îranê Ehmed Elî Riza Beygî diyar kir, parlamenterên Tirk ên li meclisê daxwaz kir ku "Akademiya Ziman a Tirkiya Azerbeycanê" were avakirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Beygî di axaftina vekirinê ya Şahiya Aşiqên Navneteweyî da wiha got, "Parlamenterên eyaleta Azerbeycanê di daxwaza xwe da biryardar in ku hikûmet Akademiya Ziman a Tirkiya Azerî veke."
Beygî destnîşan kir ku akademiya navborî ji bo parastina mîrata çand, huner û edebiyatê ya Tirkên Azerî yên li welêt girîng e wiha dewam kir, "Divê hikûmet giringiyê bide avakirina hikûmetê. Em ê wek parlamenter mijarê bişopînin."
Li bajarê Tebrîzê bi navê "Aşiq bi Pêxemberê Şefqetê ra Yek Deng in" duh bernameyek hat lidarxistin û ji Tirkiye, Îran, Azerbeycan û Gurcistanê nêzî 300 aşiqî beşdarî Şahiya Aşiqan a Navneteweyî dibin. Şahî wê heta sêşemê dewam bike.