Mustafa Melih Ahıshalı
21 Adar 2025•Rojanekirin: 21 Adar 2025
Li bajarê Natanza ser bi Îsfehana eyaleta Îranê bi mezinahiya 5an erdhejek çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê navend bajarê Natanza ser bi eyaleta Îsfehanê, bi dema herêmî saet 10.23yan hejînek hat tomarkirin.
Hat diyarkirin ku erdhej bi qasî 10 kîlometroyan di kûrehiyê da çêbûye.
Tu daxuyanî nehat dayin ka ji ber erdhejê mirî û birîndar hene yan tunene.