Haydar Şahin
06 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Ebas Ahundiyê Endamê Lijneya Zanistê ya Zanîngeha Tehranê û Wezîrê Guhandin û Bajarvaniyê yê berê diyar kir ku li bajaran 19 milyon kes di asta feqîriyê da dijîn.
Ahundî beşdarî konferansa bi navê "Rêveberî û Guheranduna Bajaran" a li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin bû û li wê derê got, "Li bajaran 19 milyon kes di asta feqîriyê da dijîn. Ev jî ji 4 paran pareke serjimara welêt e."
Li gor ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê, Ahundî got dibê ji hêla civakî va li bajaran mêze bikin, guherandina bajaran ew ê tevkariyê bide pêşketina bajaran a ji hêla civakî û aboriyê va.
Ahundî got hedefa Hesen Ruhaniyê Serokomar ew ê ku di nav 10 salan da 2 hezar û 700 taxî di çarçoveya guherandina bajaran da teze bike.