Dinya

Li Îngiltîreyê hat xwestin der barê Sîsî da bila biryara girtinê bê dayîn

Ji polêsên Londrayê hat xwestin bila mirina Serokomarê Misirê Mihemed Mursî û îşkenceyên li wî hatin kirin bên lêpirsîn

Türkan Tosun  | 20.01.2020 - Rojanekırın : 21.01.2020
Li Îngiltîreyê hat xwestin der barê Sîsî da bila biryara girtinê bê dayîn

Greater London

Li Îngiltereyê hat xwestin der barê Abdulfettah es Sîsî yê bi darbeyê va Mihemed Mursiyê Serokomarê Misirê yê cara ewil bi hilbijartinê va hatibû hilbijartin ji wezîfeyê dûr xist û di mirina wî da tiliya wî heye da bila biryara girtinê bê dayîn.

Odeyên Edaletê ya Navneteweyî ya ku navenda wê li Londraya paytextê Îngiltereyê ye (Guernica 37) ji Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Polêsên Londrayê xwest der barê Sîsiyê ku wê bê Îngiltereyê da ji ber îşkenceyên dewleta Misirê da lêpirsîn bê destpêkirin.

Di daxuyaniya Guernîca 37an da hat gotin li ser daxwaza Konseya Şoreşa Misirê ev gav hatiye avêtin.

Hat gotin Mirina Mursî û îşkenceyên beriya ku bimre lê hatine kirin bila bên lêpirsîn.

Hat destnîşankirin ne mumkin e ku haya Sîsî ji van îşkenceyan tune be û ji ber vê divê ew bê girtin.

Sîsî ji bo beşdarî Civîna Veberhênanê ya Îngiltere û Afrîkayê bibe wê bê Londrayê.

Guernîca 37yê beriya vê jî ji Neteweyên Yekbûyî xwestibû der barê mirina Mursî da bila lêpirsîneke serbixwe bê kirin.

- Mirina Mursî

Li Misrê di 2012an da Serokomar Mihemed Mursî cara ewil bi hilbijartinên demokratîk va hatibû hilbijartin.

Mursî qasî salekî serokomarî kiribû, lê paşê bi serokatiya Sîsî va derbeya eskerî hatibû kirin û ew ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û ew avêtibûn hepsê.

Di 17ê hezîrana 2019an da Mursî li salona mehkemeyê miribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.