Li Îngiltereyê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 36 hezar û 793yan
Li Îngiltereyê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 118 zêde bû û derket 36 hezar û 793yan.
Greater London
Li Îngiltereyê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 118 zêde bû û derket 36 hezar û 793yan.
Serokwezîr Borîs Johnson di civîna çapemeniyê ya rojane da agahî dan û got ku li welêt di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê jimara kesên ku li nexweşxaneya, malên aramiyê û malên xwe bixwe mirin 118 zêde bû û derket 36 hezar û 793yan.
Jimara waqieyan 2 hezar û 409 zêde bû û derket 259 hezar û 559an, di 24 saetên dawîn da 110 hezar û 401 test hatin kirin û jimara testan derket 3 milyon û 458 hezar û 905an.
Îngiltere ji hêla mirinên ji ber Kovîd-19ê va li dinyayê pişt Ameîrkayê duyemîn li Ewropayê jî di rêza yekemîn da ye.