Türkan Tosun
25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2019
Di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji serê sibê pê va tên kirin da 7 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiya mala çavdêriya balafiran a mixalifan, rejima Esed ji serê sibê pê va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji esman û bejayî êrîşî Marratînnumanaya navçeya Îdlibê û bajarokên Kefrenbîl û Keferrumayê, Latamîne û Morîka navçeyên Hemayê, gundê Latmînê û El Etarîba navçeya Helebê dike.
Li gor agahiya mala çavdêriyê balafirên şer ên Ûris jî ji esman êrîşî Marratînnumanaya navçeya Îdlibê kir.
- Hejmara kuştiyan dibe ku zêde bibe
Êrîşên esmanî bi awayekî xurt dewam dikin û tirs ew e ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) di êrîşên rejima Esed ên li Marratînnûmanayê da 2, li bajaroka Keferrumayê 3, li El Etarîba navçeya Helebê 2, tevahî 7 sivîl hatin kuştin.
Rojek berê hêzên Esed û Rûsyayê li Seraqîb û Marratînnumanaya navçeyên Îdlibê êrîşî cihê bazarê kirîbûn, di êrîşê da 50 sivîl hatibûn kuştin.
Ji serê vê hefteyê vir va hejmara sivîlên di êrîşên esmanî û bejayî da hatin kuştin gihîşte 74an.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"
Rûsya û rejima Beşar Esed di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê da duh êrîşên esmanî biribûn ser navçeyên Marratînnûman, Seraqîb, Bidama, Kefrenbîl û Keferrûmayê û di êrîşan da 50 sivîl hatibûn kuştin.
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.