Dinya

Li Îdlibê sivîl ji malên xwe dûr xwe ji bo pêşwaziya eydeke din amade dikin

Ahmet Karaahmet, Mehmet Burak Karacaoğlu  | 06.07.2022 - Rojanekırın : 07.07.2022
Li Îdlibê sivîl ji malên xwe dûr xwe ji bo pêşwaziya eydeke din amade dikin

İdlib

Li rojavayê bakurê Sûriyeyê li parêzgeha Îdlibê sivîlên bi destê hêzên Rejima Beşar Esed bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin, dîsa ji malên xwe dûr dest bi amadekariya Eyda Qurbanê kirin.

Piraniya sivîlan ji ber şerê navxweyî û her wiha ji ber giraniya bihayan nikarin qurbanê serjê bikin.

Sivîlên ku ji bo cara 12emîn eydê ji malên xwe dûr û di bin siya şer da pêşwazî dikin, li benda alîkariyên ku ji dinyayê û her wiha ji Tirkiyeyê ne.

Tacirê pez Xalid Ebû Mihemed ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber zêdebûna kûra dolar bihayên heywanên qurbanê jî zêde bûn.

Ebû Mihemed wiha got, "Hêza kirînê ya sivîlan tuneye. Par firotina qurbanan çêtir bû."

Nassan Sedamê ku li herêma Maratmisirîna li bakurê Îdlibê taciriya heywanan dike jî wiha got, "Êmê heywên pir biha ye. Bihabûn tesîrê li taciran jî dike. Kîloya goştê berxan derdora 55 lîreyî, ya bizinan jî di navbera 32 û 35 lîreyî da ye."

Heywandar Hesen Diyab jî diyar kir ku ji ber giraniya bihayan li bazarê kes nikare kirîn firotanê bike.

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya sala 2017an biryar sitandin ku li ciyên ne di kontrola rejima Esed da 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" pêk bînin.

Rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşên xwe domandin, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin. Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.