Dinya

Li Îdlibê mayîna ku rejima Esed di baxçe da çal kiribû teqiya: 2 kuştî

Önder Beyter  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Li Îdlibê mayîna ku rejima Esed di baxçe da çal kiribû teqiya: 2 kuştî

İdlib

Berdevkê Çapemeniyê yê Parastina Sivîlên Sûriyeyê (Serspî) Fîras Xelîfe, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li rojhilatê Îdlibê li gundê Neyrebê ku nêzîkî xeta eniya di navbera mixalif û rejima Esed da ye, teqemeniya destçêkirî ku bi destê rejima Esed di baxçeyê hêjîran da hatiye çalkirin, teqiya. 

Xelîfe diyar kir ku di teqînê da du karker hatin kuştin, zarokekî ku birîndar bû jî bi destê ekîbên parastina sivîlan bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.