Dinya

Li Îdlibê digel agirbestê 50 sivîl mirin û ji 31 hezarî zêdetir kesî koç kirin

Li gor agahiyên Koordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê bi AAyê ra parve kir ji 12ê Rêbendana sala 2020î heta niha li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Rûsyayê 232 û rejima Esed jî 89 êrîşên hewayî kirin.

Abdullah Tel  | 21.01.2020 - Rojanekırın : 22.01.2020
Li Îdlibê digel agirbestê 50 sivîl mirin û ji 31 hezarî zêdetir kesî koç kirin

İdlib

 Li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê digel agirbesta îlankirî êrîşên artêşa rejima Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e dewam kirin. Ji 12ê Rêbendana ku agirbest ket rewacê heta niha di êrîşan da 50 sivîl hatin kuştin û 31 û 500 kesî jî ji cih û warên xwe koç kirin.

Li gor agahiyên Koordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê bi AAyê ra parve kir ji 12ê Rêbendana sala 2020î heta niha li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Rûsyayê 232 û rejima Esed jî 89 êrîşên hewayî kirin.

Di êrîşan da 2 dibistan, 2 navendên Parastina Sivîl û kampeke kombûnê jî di nav da 6 navendên jiyanê wek hedef hatin hilbijartin.

Ji Serokomar Erdogan bo malbatên koçberên ji îdlibê alîkarî

Di êrîşên artêşa rejima Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e birin serî da 13 jê zarok, 3 jin û yek jî wezîfedarê Parastina Sivîl 50 kesên sivîl hatin kuştin.

Hejmara kesên ji êrîşan reviyan û li dor û bera kampên nêzî sînorê Tirkiyeyê û herêmên Herekata Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê bi cih bûn gihîşt 31 hezar û 500 kesî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın