Li Îdlibê di êrîşa rejima Esed da 6 sivîl birîndar bûn
İdlib
Li Sûriyeyê rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriya wan dike agirbesta li Herêma Kêmkirina Rageşiyê binpê kirin û êrîşî ser cî û waran kirin. Di êrîşa rejimê da 6 sivîl birîndar bûn.
Hêzên rejimê yên ku ji artêşa rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgirê wan e li navçeya Seraqîbê bi cî bûne ji beja û hewayê va êrîşî ser navçeya Bînnîşê kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên parastina sivîl hatin hildan di êrîşê da du jê giran şeş sivîl birîndar bûn.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiya herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.