Dinya

Li Yewnanistanê penaberan xwest ku şertên jiyana wan bên başkirin

Önder Beyter  | 20.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Li Yewnanistanê penaberan xwest ku şertên jiyana wan bên başkirin

Atina

 Penaberên ku li paytextê Yewnanistanê Atînayê dijîn û piraniya wan Iraqî ne, bi daxwaza başkirina şertên jiyana wan li ber avahiya ku ofîsên Yekîtiya Ewropayê (YE) lê ne, çalakî li dar xist.

Penaberên ku li ser banga Tevgera Yekîtiya Dijî Gefa Nijadperest û Faşîst (KEERFA) li ber Meydana Sintagmayê ku avahiya parlamentoyê jî lê ye kom bûn, meşiyan ber avahiya li ser Kolana Vasilis Sofias a ku ofîsên YEyê jî lê ne.

Xwepêşandêrên ku di navê da jin û zarok jî hene, durişmên wekî "em ciyên mayînê dixwazin", "jiyaneke çêtir mafê me ye jî" berz kirin û polîtîkayên YE û Yûnanistanê yên li ser penaberan protesto kirin.

Xwepêşandana penaberên ku daxwaza berfirehkirina çarçoveya bernameyan, pêkanîna şert û mercên cuda bo penaberên xwedanpêwîstiyên taybet, qutnekirina alîkariyên madî kirin, bêbûyer bi dawî bû.

Her wisa di dema xwepêşandanê da polêsan jî tedbîrên mezin hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın