Dinya

Li Yêmenê dijî hêzên Konseya Demkî ya Başûr ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştgirî didin, êrîşên asîmanî hatin kirin

Shukri Hussein, Mahmut Geldi  | 02.01.2026 - Rojanekırın : 03.01.2026
Li Yêmenê dijî hêzên Konseya Demkî ya Başûr ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştgirî didin, êrîşên asîmanî hatin kirin

Yemen

Hat ragihandin ku hêzên girêdayî Konseya Demkî ya Başûr ku ji hêla Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va tê piştgirîkirin li bajarê Hedramawtê ya rojhilatê Yêmenê bûne hedefa êrîşên hewayî.

Li gorî nûçegihanê AAyê yê li herêmê, di navbera hêzên Konseya Demkî ya Başûr yên ku meha borî herêma Hedramawtê bi dest xistin û hêzên hikûmeta Yêmenê yên ku hewl didan baregehên leşkerî yên li herêmê ji nû va bi dest bixin da pevçûn derketin.

Hêzên Konseya Demkî ya Başûr yên ku bi Hêzên Mertalên Neteweyî yên ku ji hêla hikûmetê va têne piştgirîkirin ra pevçûn diqewimin, li herêma Hedramawtê bûne hedefa êrîşên hewayî.

Di vê navberê da li gorî çavkaniyên nêzîkî hikûmetê, di navbera Hêzên Mertalên Neteweyî û hêmanên Konseya Demkî ya Başûr da li herêma El-Heşa ya Geliyê Hedramawtê pevçûnên dijwar diqewimin.

Hikûmeta Yêmenê ya ku ji hêla Erebistana Siûdî va tê piştgirîkirin, destpêkirina "Operasyona Serweriya Baregeha Leşkerî" bajarê Hedramawtê ragihandibû ku ji hêla Konseya Demkî ya Başûr ya ku ji hêla Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va tê piştgirîkirin li rojhilatê welêt hatibû girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın