Li Xezeyê TIRa ku Îsraîlê berê wê da rêya xetere welgeriya û 20 Filistînî mirin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku bi zexta Îsraîlê xela lê rabûye, TIRa alîkariya mirovî barkirî ya ku Îsraîlê berê wê da rêya xetere, bi ser Filistîniyên dixwestin alîkariya mirovî bistînin da welgeriya û di encamê da 20 kes mirin.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê da hat diyarkirin ku li Xezeya ku Îsraîlê derbasbûna alîkariyên mirovî sînordar kiriye, krîza însanî kûr bûye û kaos berdewam e.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Îsraîl TIRên alîkariya mirovî yên ku bi qandî hejmareke sînordarkirî derbasî Xezeyê dibin, mexsûs dixe xetereyê û nahêle TIR bigihîjin Filistîniyên ku di nav xelayê da ne.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di kaos û şertên felaketê da yên ku Îsraîla dagirker mexsûs pêk tîne, li Dêr Belahê artêşa Îsraîlê TIRa alîkariyê ya xida barkirî averêyî ser rêya ku pêşdatir bordûman kiribû kir û di encamê da 20 Filistîniyên ku dixwestin xwarinê werbigirin mirin û gelek kes jî birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku Îsraîla dagirker di nîvekê felaketeke nedîtî da li dijî 2,4 milyon însanî sûcê xelayê didomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.