Dinya

Li Xezeyê tevî agirbestê di êrîşa ku Îsraîlê li dar xist da 2 zarokên bira canê xwe ji dest dan

Mehmet Nuri Uçar  | 29.11.2025 - Rojanekırın : 29.11.2025
Li Xezeyê tevî agirbestê di êrîşa ku Îsraîlê li dar xist da 2 zarokên bira canê xwe ji dest dan

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê tevî agirbestê di êrîşa ku Îsraîlê li dar xist da 2 zarokên bira, canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat bidestxistin, artêşa Îsraîlê li herêma Benî Suheyla ya li rojhilatê Xan Yûnisê, bi qesd û armanc êrîş li dar xist.

Di êrîşê da 2 zarokên bira canê xwe ji dest dan.

Niştecihên herêmî diyar kirin ku tevî agirbestê jî, êrîşên Îsraîlê didomin û bi taybetî hedefgirtina wargehên sivîlan bûye sedema fikarên mezin.

Çavkaniyên tenduristiyê her wiha tekez kirin ku êrîşan rewşa mirovî ya li herêmê hê xirabtir kiriye û nexweşxane ji ber qerebalixiyê zehmetiyan dikişînin.

Artêşa Îsraîlê peymana agirbestê ya bi Hemasê ra ku di 10ê Cotmehê da ket rewacê binpê dike, her roj êrîşên xwe yên li dijî Filistîniyan didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın