
Quds
Hemasê di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan da li cihê duyem ê radestkirinê, 13 dîlên Îsraîlî radestî heyeta Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kirin û bi vî awayî hemû dîlên Îsraîlî yên sax hatin berdan.
Li gorî nûçeya KANa têlevîzyona dewleta Îsraîlê, Hemasê dîlên Îsraîlî li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xeta Xezeyê radestî heyeta Xaça Sor kirin.
Piştî ku Hemasê 13 dîlên Îsraîlî radestî heyeta Xaça Sor kirin, hemû dîlên Îsraîlî yên sax ên li Xeta Xezeyê ku bi tevahî 20 dîl bûn, hatin berdan.
Hemasê di derdora saet 08.00an da 7 dîlên Îsraîlî radestî ekîbên Xaça Sor kiribûn, artêşa Îsraîlê jî daxuyandibû ku dîl ji Xaça Sor hatin wergirtin û ji sînor derbas bûn.
Hemasê di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan da ji 20 dîlên Îsraîlî yên dê bên berdan 7 jê radestî heyeta Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kirin.
Li gorî nûçeya KANa têlevîzyona dewleta Îsraîlê, hat diyarkirin ku dîl dê ji bajarê Xezeyê, Dêr el-Belah û Xan Yûnisê bi tevahî ji 3 cihan gav bi gav bên berdan.
Hat diyarkirin dîlên ku wekî qonaxa ewil hatin berdan Matan Angrest, Alon Ohel, Guy Gilboa-Dalal, Gali Berman, Ziv Berman, Eitan Mor û Omri Miran in.
Hat destnîşankirin ku di derdora saet 10.00an da Hemas dê qismekî din jî yê dîlan berde.
Hamas, Gazze'de ateşkes ve esir takası anlaşması kapsamında serbest bırakılacak 20 İsrailli esirden 7'sini Uluslararası Kızılhaç Komitesi heyetine teslim etti https://t.co/zozqcc0LBy pic.twitter.com/Hje3lPDn2s
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) October 13, 2025
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 7 dîlên Îsraîlî yên ji Xezeyê hatin berdan ji Xaça Sor hatin wergirtin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan, 7 dîlên Îsraîlî yên di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan da hatin berdan, ji heyeta Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) wergirtin.
Di daxuyaniya artêşê da hat destnîşankirin ku peywirdarên artêşa Îsraîlê û Teşkîlata Îstixbarata Hundirîn Şîn-Bet (Şabak) bi heyeta Xaça Sor ra hatin cem hev.
Hat diyarkirin, dîlên ji heyeta Xaça Sor hatin wergirtin û ber bi Îsraîlê bi rê ketin dê ji kontrola tenduristiyê bên derbaskirin.
Her wiha hat balkişandin ku artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku dîlên werbigire dê radestî Xaça Sor bên kirin.
Hemasê di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan da wekî qonaxa ewil 7 dîlên Îsraîlî berdabûn. Çapemeniya Îsraîlê her wisa destnîşan kiribû ku beşek ji dîlan jî dê di derdora saet 10.00an da bên berdan.
Îsraîlê di çarçoveya agirbesta li Xezeyê da 88 dîlên Filistînî yên ku cezayê hepsê ya heta hetayî dane wan, berdan
Îsraîlê di çarçoveya qonaxa ewil a peymana agirbesta li Xezeyê da, 88 Filistîniyên ku cezayê hepsê ya heta hetayî dane wan, berdan.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê ya WAFAyê ragihand ku Îsraîlê di çarçoveya agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan da ji Girtîgeha Oferê ya li nêzîkî Ramallaha bajarê Şerîaya Rojava ya dagirkirî, dîlên Filistînî berdan.
Di nûçeyê da hat gotin di çarçoveya qonaxa ewil a peymana agirbestê da, 83 Filistîniyên ku cezayê hepsê ya heta hetayî dane wan hatin berdan.
WAFAyê piştî demeke kin hejmara kesên ku hatine berdan wek 88 rojane kir.
Hemasê di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan da 20 dîlên Îsraîlî yên sax hemû teslîmî heyeta Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kiribû.
Ofîsa Medyayê ya Dîlan a Filistînê jî lîsteya navê 250 Filistîniyên ku cezayê hepsê ya heta hetayê li wan hatiye birîn û wê ji hêla Îsraîlê va bên berdan û 1718 kesên ku ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xezeyê hatine girtin, weşandibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.