Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kuştiyan di 48 saetên dawîn da 22 zêde bû û derket 68 hezar û 858an
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 48 saetên dawîn da 22 zêde bû û derket 68 hezar û 858an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn û her wiha termên ji bin kavilan hatin derxistin, hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 48 saetên dawîn da 17 termên ji bin kavilan hatin derxistin, 5 kes ji ber êrîşên nû hatine kuştin û 9 birîndar bo nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê hatine veguhestin.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêkirina agirbestê û vir va 226 kes hatin kuştin, 594 kes birîndar bûn û ji bin kavilan jî 499 term hatin derxistin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 68 hezar 858an, ya birîndaran jî derket 170 hezar û 664an.
Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
