Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 34 hezar û 183yan
Istanbul
Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 34 hezar û 183yan.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 200 roj in didomin.
Hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 32 kes hatin kuştin û 59 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 34 hezar û 183yan.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran jî bû 77 hezar û 143.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.