Dinya

Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 33 hezar û 970yî

Yakoota Al Ahmad, Halime Afra Aksoy  | 18.04.2024 - Rojanekırın : 19.04.2024
Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 33 hezar û 970yî

Gazze

 Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 33 hezar û 970yî.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 195 roj in didomin.

Hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 71 kes hatin kuştin û 106 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 33 hezar û 970yî.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran jî bû 76 hezar û 770.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın