Dinya

Li Xezeyê ji ber baranê bi sedan çadir di bin avê da man

Ramzi Mahmud, Hamdi Yıldız  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Li Xezeyê ji ber baranê bi sedan çadir di bin avê da man

Gazze

 Li Xezeyê ji ber barana ku ev 2 rojin berdewam e, bi sedan çadirên Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûne, di bin avê da man.

Di daxuyaniya Rêveberiya Parastina Sivîl a Xezeyê da hat destnîşankirin ku barana gur bi taybet li başûrê Xeta Xezeyê gelekî bi bandor e.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bi sedan malbatên Filistînî yên ku konên wan di bin avê da mane hatine texliyekirin û hat destnîşankirin ku heke baran bidome, dê texliye zêdetir bibin.

Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku eger ji bo malbatên koçber, cihên hêwîrînê neyên peyda kirin, dê rewşa mirovî xirabtir bibe

 

 - Li Xezeyê ji ber barana gur dîwarê xaniyê xisardîtî hilweşiya, Filistîniyek mir

Li Xeta Xezeyê barana gur a ku ji duh va dibare û lehî bû sedem ku dîwarê malekî ku berê di bombebarana Îsraîlê da xisar dîtibû hilweşe, Filistîniyekî ku di bin betonê da ma jiyana xwe ji dest da.

Rayedarekî ji Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku cenazeyê Mehmûd Şubeyrê Filisstînî yê ku li Kampa Penaberan a Şatiyê ya li rojavayê bajarê Xezeyê di bin betonê dîwara hilweşiya da ma û mir anîn nexweşxaneyê.

Şahidan got ku mala Şubeyr di êrîşa Îsraîlê da xisareke mezin dît, dîwarê wê li ber xirabûnê bû.

Hat diyarkirin ku ji ber barana gur û lehiyê dîwarekî malê hilweşiya, Filistîniyê ku di bin betonê da ma li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Barana gur a ku ji duh va li Xeta Xezeyê dibare îro li herêmên cuda yên bajarê Xezeyê bibû sedem ku 3 avahî hilweşin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın