Dinya

Li Xezeyê ji ber barana zêde xaniyên zirardîtî hilweşiyan 3 Filistîniyên din jî canê xwe ji dest dan

Ramzi Mahmud, Hamdi Yıldız  | 12.12.2025 - Rojanekırın : 13.12.2025
Li Xezeyê ji ber barana zêde xaniyên zirardîtî hilweşiyan 3 Filistîniyên din jî canê xwe ji dest dan

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ji ber barana zêde û lehiyan, xaniyên ku pêştir ji bombebarana Îsraîlê zirar dîtibûn, hilweşiyan, 2 jê bira 3 Filistîniyên din jî canê xwe ji dest dan.

Li Xeta Xezeyê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber hilweşîna avahiyên ku piştî barana gur, di bin enqazan da man yan jî ji serma canê xwe ji dest dan derket 5an.

Li naverasta Xeta Xezeyê di encama hilweşîna dîwarekî û ketina çadira wan da, Xidir û Xelîl Îhab Henûnên birayên Filistînî canê xwe ji dest dan. Di bûyerê da 2 kes jî birîndar bûn.

Yekeya Parastina Sivîl a li Xezeyê ragihand ku li herêma Bîra Naceyê ya Cîbaliyeya ku dikeve bakurê Xeta Xezeyê, xaniyê malbata "Bedran" a Filistînî ji ber barana gur hilweşiya.

Hat ragihandin ku cenazeyê kesekî ji bin xirbeyan hatiye derxistin û 2 zarok jî birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin ku li herêma benderê ya rojavayê bajarê Xezeyê, ji ber baran û bayê konek hilweşiya û gelek kesên ku di nav wan da zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın