Dinya

Li Xezeyê ji ber bahoz û baranê konên Filistîniyên derbederbûyî di bin avê da man

Ramzi Mahmud, Ekrem Biçeroğlu  | 28.12.2025 - Rojanekırın : 28.12.2025
Li Xezeyê ji ber bahoz û baranê konên Filistîniyên derbederbûyî di bin avê da man

Gazze

Li Xeta Xezeyê ji ber bahoz û baranê konên Filistîniyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê derbeder bûne, di bin avê da man.

Li Xeta Xezeyê li cihên raqim nizim, hin konên kesên derbederbûyî lê dimînin, ji ber barana gumrah di nav avê da man.

Bahozê jî hin kon rakirin û firandin û Filistîniyan di vegirtina jinûva ya konan da zehmetî kişandin.

Leys el-Ellemiyê pisporê meteorolojiyê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Xeta Xezeyê di ber tesîra fişara hewayeke nizim da ye ku ev jî dibe sedema baran û bahozê.

Ellemî bal kişand ku rewşa giran a hewayî, jiyana Filistîniyên ku di konên bêserûber û navendên starbûnê yên berwext da dimînin, zehmettir dike.

Li gorî daneyên Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta li Xezeyê, derdora 1,5 milyonî Filistîniyên derbederbûyî di kon û navendên starbûnê yên berwext da dimînin û ji parastina bingehîn mehrûm in û ji van jî qedera 250 hezar kesî rasterast ketin ber tesîra şert û mercên neyînî yên hewayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın