Li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 33 zêde bû û derket 69 hezar û 546an
Di êrîşan da 12 jê zarok, 8 jê jin 32 Filistînî hatin kuştin; ji bin kavilan termê kesekî hat derxistin
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 33 zêde bû û derket 69 hezar û 546an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn û her wiha termên ji bin kavilan hatin derxistin, hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 12 jê zarok, 8 jê jin 32 Filistînî hatin kuştin; ji bin kavilan termê kesekî hat derxistin û 88 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêkirina agirbestê û vir va 312 kes hatin kuştin, 760 kes birîndar bûn û ji bin kavilan jî 572 term hatin derxistin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 69 hezar 546an, ya birîndaran jî derket 170 hezar û 833yan.
