Dinya

Li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 24 zêde bû û derket 68 hezar û 229an

Mahmut Geldi  | 21.10.2025 - Rojanekırın : 21.10.2025
Li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 24 zêde bû û derket 68 hezar û 229an

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 24 zêde bû û derket 68 hezar û 229an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn û her wiha termên ji bin kavilan hatin derxistin, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 6 jê yên ji bin kavilan hatin derxistin, 13 kuştî û 8 birîndar bo nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê hatin veguhestin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku bereksê agirbestê, di êrîşên dijî sivîlan da 7 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 68 hezar 229an, ya birîndaran jî derket 170 hezar û 369an.

Hat diyarkirin ku li Xezeyê ji roja destpêkirina agirbesta dawîn û vir va ji ber êrîşên Îsraîlê 87 Filistînî hatin kuştin, 311 kes birîndar bûn û her wiha 432 term jî ji bin kavilan hatin derxistin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ji Îsraîlê, 15 termên dîlên Filistîniyên din jî hatin wergirtin û bi vî awayî hejmara termên ku ji rêkeftina agirbestê û vir va hatin wergirtin derket 165an.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın