Li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 70 hezar û 669an
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 48 saetên dawîn da 2 zêde bû û derket 70 hezar û 669an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn û her wiha termên ji bin kavilan hatin derxistin, hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 48 saetên dawîn da 2 termên ku ji bin kavilan hatin derxistin û 14 birîndar gihandin nexweşxaneyan.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêkirina agirbestê û vir va 395 kes hatin kuştin, 1088 kes birîndar bûn û ji bin kavilan jî 634 term hatin derxistin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 70 hezar û 669an, ya birîndaran jî derket 171 hezar û 165an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
