Li Xezeyê Filistînî di roja duyemîn a agirbestê de vedigerin malên xwe

Istanbul
Li Xeta Xezeyê piştî ku agirbest ket rewacê bi hezaran Filistînî ji bakûrê Xezeyê vedigerin bakurê wê.
Piştî ku artêşa Îsraîlê bi dema herêmî saet 12.00 ragihand ku agirbest ketiye rewacê, Filistîniyên ku koçî başûrê Xeta Xezeyê kiribûn, vedigerin malên xwe.
Filistînî ji bo rêya vegerê caddeya Reşîdê ya ku herêmên başûr û navîn bi bakur va girêdide, bi kar tînin.
Artêşa Îsraîlê piştî peymana ku li Misrê îmza kirin, di saet 12.00an da ragihandibû ku agirbest ketiye rewacê.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hatibû daxuyandin ku vekişîna qismî ya eskerên Îsraîlê ber bi xalên ku wekî "xeta zer" hatine destnîşankirin va temam bûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.