Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da avahiyên ku xisar dîtin hilweşiyan, 4 kes mirin
Gazze
Li Xeta Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da avahiyên ku xisar dîtin hilweşiyan, 4 kes mirin.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a li Xeta Xezeyê Mehmûd Besal di daxuyaniya nivîskî da diyar kir li Xezeyê hin avahiyên ku di êrîşên Îsraîlê da zirar dîtin, qismî hilweşiyan.
Basal got avahî ji ber barana zêde û bayê ku ji duh êvarê pê va bandorê li herêmê dike hilweşiyan.
Basal anî ziman ji ber hilweşînê 4 Filistînî mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
