Dinya

Li Xezeyê agirbest ket rewacê

Mustafa Deveci  | 10.10.2025 - Rojanekırın : 11.10.2025
Li Xezeyê agirbest ket rewacê

Ankara

 Piştî ku Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê peymana agirbestê pesend kir, vekişîna artêşa Îsraîlê, li Xeta Xezeyê ji hinek deverên ku dagir kiribû, bi awayekî qismî dest pê kir.

Hûrgiliyên peymana bi sernavê "Bidawîkirina Berfireh a Şerê Xezeyê" diyar bûn

Li Xezeyê piştî ku agirbest ket rewacê bi hezaran Filistînî vedigerin malên xwe

Kabîneya Ewlekariyê duhê bi mebesta pesendkirina peymana agirbestê ya bi Hemasê ra, bi seroktiya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû civiya.

Civîna kabîneyê bi beşdarbûna Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump berpirsê Karûbarê Rojhilata Navîn Steve Witkoff digel zavayê wî û şêwirmendê berê Jared Kushner birêva çû û 5 wezîrên rastgirên tundrew dengê "na"yê dan.

Tevî dengê "na"yê ya wezîrên rastgirên tundrew, qonaxa yekem a peymana agirbestê ya bi Hemasê ra li Xezeyê di Kabîneya Ewlekariyê da hate pejirandin.

Li gorî nûçeya KANa saziya fermî ya weşanê ya Îsraîlê, piştî agirbesta li Xezeyê vekişîna qismî ya artêşa Îsraîlê dest pê kir.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî ku peyman ket rewacê, hin tugay ji Xezeyê vekişiyan.

Ji aliyê din va, di wêneyên ku ji herêmê hatin da, liva eskerî piştî vekişîna qismî ber bi çav dikeve. Her wiha tê dîtin ku gelek tank û wesayîtên zirxî yên Îsraîlê ji Xezeyê derdikevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın