Dinya

Li Xezeyê, 203 bûk û zava ji aliyê Komeleya Ribat a Tirkiyê ve hatibû organîzekirin zewicîn

Zavayekî Filistînî di merasîmeke zewacê ya girseyî da li Xezeyê axivî û got: "Tevî hemû êşan wê nikaribin bextewariya me ji me bistînin"

Nihat Kavşut  | 19.12.2025 - Rojanekırın : 19.12.2025
Li Xezeyê, 203 bûk û zava ji aliyê Komeleya Ribat a Tirkiyê ve hatibû organîzekirin zewicîn

 Li herêma Zewaidaya Deir Belah li navenda Xezeyê, 203 bûk û zava di merasîmeke zewacê ya girseyî da ku ji aliyê Komeleya Ribat a Tirkiyê ve hatibû organîzekirin, zewicîn.

Tevî şer û dorpêçê, hejmareke mezin ji Filistîniyan beşdarî merasîmê bûn.

Koordînatorê Medyayê Abdulfettah el-Namlah di merasîma zewacê de axivî û got, "Gelê Xezeyê çi dibe bila bibe, jiyana xwe didomîne. Îro em li vir in ku bextewariya ciwanên ji Xezeyê parve bikin."

El-Namlah her wiha spasiya gelê Tirkiyeyê kir û got, "Em gelekî ku ji jiyanê hez dikin in. Tevî her tiştî, bi alîkariya xwişk û birayên xwe, em ê Xezeyê ji nû ve ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın