Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê rakiriye di 24 saetên dawî da 2 kesên din jî ji birçîna mirin

- Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji birçîna mirin 145 jê zarok derket 422yan

Halime Afra Aksoy  | 14.09.2025 - Rojanekırın : 14.09.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê rakiriye di 24 saetên dawî da 2 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ji ber dorpêç û êrîşên Îsraîlê xela lê rabûye, di 24 saetên dawîn da 2 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê da li ser kesên ji birçîna mirin daneyên dawîn hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da 2 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin 145 jê zarok derket 422yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın