Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 2 jê zarok 10 kesên din jî ji birçîna mirin

Halime Afra Aksoy  | 27.08.2025 - Rojanekırın : 27.08.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 2 jê zarok 10 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela lê heye, di 24 saetên dawîn da 2 jê zarok 10 kesên din jî ji birçîna mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahiyên dawîn parve kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin li Xeta Xezeyê ya di bin êrîş û dorpêçiya Îsraîlê da ye, mirina ji ber birçîbûnê dewam dike û di 24 saetên dawîn da 2 jê zarok 10 kesên din jî ji birçîna mirin.

Hat daxuyandin ku li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirin jê 119 zarok, gihîşt 313yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın