Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 11 kesên din jî ji birçîna mirin

Esat Fırat  | 25.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 11 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela lê heye, di 24 saetên dawîn da jê 2 zarok, 11 kesên din jî ji birçîna mirin.

Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînî ya li Xezeyê Munîr el-Burş der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahiyên dawîn parve kirin.

Burş anî ziman ku li Xezeyê mirina ji ber birçîbûnê dewam dike û daxuyand ku di 24 saetên dawîn da jê 2 zarok 11 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.

Burş daxuyand ku li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirin jê 117 zarok, gihîşt 300î.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın