Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê daye rakirin, dergûşeke din jî ji birçîna mir

Istanbul
Hat ragihandin, li Xeta Xezeyê ku Îsraîl êrîş dikê, nahêle alîkariya însanî têkevê û xela lê daye rakirin, dergûşeke din jî ji birçîna mir.
Li gor WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê, li Nexweşxaneya Şifayê ya li bajarê Xezeyê, Mihemed Îbrahîm Adesê 7 mehî ji birçîna mir.
Ji ber ku Îsraîl destûr nade ku alîkariya însanî derbas bibê, li Xeta Xezeyê xela rabûye û jimara kesên ku ji birçîna dimirin, zêde dibe.
Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va jimara kesên ku ji birçîna mirin derket 133yan, ji wan 87 kes zarok in.